Amerîka: Her nakokiyeke navbera Hewlêr û Bexdayê zirarê dide berjewendiyên me!

17 August 2022 17:48 0 dîtin
Amerîka: Her nakokiyeke navbera Hewlêr û Bexdayê zirarê dide berjewendiyên me!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê nakokî û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, got: ew dikarin ji bo çareseriyê bi awayekî bi bandor ji bo handana her du aliyan rola xwe bilîzin.

Ned Price da xuyakirin: “Her nakokiyeke di navbera Bexda û Hewlêrê de, potansiyela wê ya ku zirarê bide berjenwendiyên me hevbeşî yên bi gelê Iraqê û gelê Kurd re heye.”

Komîteya Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê roja Dûşema borî, daxwaz ji Wezareta Derve kiribû ku “li ser asta herî bilind” ligel her du aliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bicive û pirsa petrol û gaza Kurdistanê çareser bike.

Herwiha ji Demokratan senator Bob Menendez û ji Komarîxwazan James Reich jî di nameyeke ku ji bo Wezareta Derve ya Amerîkayê nivîsandine de gotibûn, kompaniyên Amerîkî alîkariya aramiya aborî û serxwebûna enerjiyê ya Iraqê kirine, lê biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê, kompaniyên Amerîkî xistiye metirsiyê û Wezareta Petrola Iraqê jî gefa cezakirinê li kompaniyan dike.

Dezgeha Pêşxistina Darayî ya Navdewletî li Amerîka (DFC), zêdetirî 300 milyon dolar kredî ji bo kompaniyên Amerîkî yên ku di sektora enerjiyê de li Herêma Kurdistanê kar dikin dabîn kir. DFC di heman demê de bi qasî 250 mîlyon dolar razemenî li zeviya Kor Mor kiriye, ku di van demên dawî de rastî gelek êrîşên moşekî hatine.

Senatorên Amerîkî di nameyê de dilgiraniya xwe ya bo êrîşên moşekî yên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê anîne ziman û gotine: “Çalakiyên Dadgeha Federalî ya Iraqê û êrîşên Îran piştgirîya wan dike, bandoreke neyînî li ser veberhênanên biyanî û azadbûna Iraqê ji girêdayîbûna bi enerjiya Îranê dike. "

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Roj Elî Zale, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price gotiye: “Em alîyan han didin ku riyekê bibînin ku piştîvaniyê ji veberhênana niha û dahatutyê jî bike. Berjewendiyên xelkê Iraqê pêşve bibe, di nav de berjewendiyên Herêma Kurdistanê jî. Em diyaloga fermî û nefermî bi hikûmeta Iraqê re didomînin da ku bazirganiya dualî zêde û şefafiyê zêde bikin, li dijî gendeliyê bisekinin, reformên aborî pêş bixin, û rêyên karsaziyê ji bo kompaniyên Amerîkî vekin. Û bi wê piştgiriyê, kompaniyên Amerîkî di rîkberiya ji bo peymanên çandiniyê, enerjî î yên hewavanî serkeftî bûn. Ji ber vê yekê em bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re di nava têkiliyê de ne. Herwiha em ligel hevkarên xwe yên li Herêma Kurdistanê jî di peywendiyê de ne.”

'Me hewl da ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin'

Ned Pîrîce di dewamê de dibêje: “Her nakokîya di navbera Bexda û Hewlêrê de tenê dê bibe nakokiyede di navbera her du aliyan de. Bêguman, em dikarin di pêşxistina diyalogê de, hikûmeta navendî ya Iraqê û rayedarên Hikûmeta Kurdistanê han bidin ku nakokiyan bi awayekî avakar û bi bandor çareser bikin û me hewl da ku em vê yekê bikin. Di mijara Iraqê de gelek berjewendiyên me hene. Her nakokiyeke di navbera Hewlêr û Bexda de, potansiyela ku ziyanê bigihîne wan berjewendiyan heye ku hin caran berjewendiyên hevbeş in ligel xelkê Iraqê û gelê Kurd jî. Lewma em hêvî dikin ku ew nakokî bêne çareserkirin.”