Amerîka: Em rewsa Efrînê ji nêzde disopînin
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku axa Sûriyê ji aliyê grûbên redîkal de tê bikaranîn û ev rewş endîşe dide mirov. Em niha rewşa Efrînê ji nêzde dişopînin. Price daxwuyaniya li jor, li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Roj Eli Zalla, da.
Amerîka, El Kaideyê xistibû lîsta terorê û dibêje ku li Sûriyê jî rêxistina Heyet Tahrir El Şam jî ya El Kaîde ye. Heyet Tahrir el Şam, çend roj berê Efrînê ji destê SMO yê derxistibû û li Efrînê bicîh bûbû. Li ser vê mijarê Ned Price weha got:
“Bikaranîna axa Sûriyê ji aliyê grûbên terorîst û tundrew de, me hemûyan dixe nav endîşê. Amerîka û hevkarên me, rewşê ji nêzde dişopînin. Em xwediyê gelek rêbazane ku li hemberê van grûban dikarin têbikoşin.”
Wezareta karên derve ya Amerîkayê, hefteya borî ragihandibû ku divê Heyet Tahrir El Şam, di wextekî kurt de terka Efrînê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin