Amerîka: Em rewsa Zaporijyayê, ji nêz ve disopînin

06 July 2023 15:00 0 dîtin
Amerîka: Em rewsa Zaporijyayê, ji nêz ve disopînin

PeyamaKurd- Berdevka Koşka Spî Karine Jean Pierre, li ser sûcdarkirina hev û din a Rusya û Ukraynayê ya di derbarê Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê de axivî û diyar kir ku ew demek e ji nêz ve şert û mercên santralê dişopînin.

Karine Jean Pierre, di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da û bal kişand ser wê yekê ku ew bi siyaseta deriyên vekirî yên NATOyê yên di derbarê endamtiya Ukraynayê di NATO de papend in, lê biryar li ser vê mijarê dikare ligel endamên hevpeymaniyê were girtin.

Pierre diyar kir ku wan bi hevalbendên NATOyê re gotûbêj kiriye ku ew çawa dikarin bi hev re piştgiriyê bidin armanca entegrasyona Ewro-Atlantîk a Ukraynayê û got,

"Serok (Joe Biden) ev yek gelek caran gotiye. Divê Ukrayna ji bo ku li gorî her welatekî NATOyê heman standardan pêk bîne, beriya ku bikeve nav tifaqê; divê reforman bike.”

Jean-Pierre ragihand ku Biden difikire ku Ukrayna dikare vê yekê bike û li ser gotinên Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy hat pirsîn ku artêşa Rusyayê li ser banê hin yekîneyên elektrîkê yên Santrala Nukleerî ya Zaporijyayê, madeyên mîna teqemeniyê bi cih kiriye."

Jean-Pierre diyar kir ku ew rewşa santralê ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Ji bo artêşa Rusyayê, kontrolkirina santrala nukleerî bi metirsîdar e. Divê li nêzî santrala nukleerê, tu pevçûn çênebin.”