Îran: Em rewsa Sûriyê bi baldarî disopînin

03 February 2025 19:08 0 dîtin
Îran: Em rewsa Sûriyê bi baldarî disopînin

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî li ser geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê daxuyanî dan û got, ew ragihandina Ehmed Şera wekî Serokkomarê Sûriyeyê û rûdanên li herêmê dişopînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê eşkere kir ku ew dê piştgiriyê bidin her hikûmeteke ku gelê Sûriyeyê piştgiriyê bide wê û got, "Her hikûmeteke ku gelê Sûriyeyê piştgiriyê bidiyê, em jî piştgiriyê bidinê. Em tekezî li ser pêwistiya hevkariya hemû aliyan ji bo parastina ewlehî û aramkirina rewşa Sûriyeyê dikin."

Beqayî destnîşan kir, "Em bi baldarî pêşketinan dişopînin. Em hêvî dikin ku ev qonaxa demkî bibe sedem ji bo avakirina hikûmeteke giştgir ku nûnertiya hemû beşên civaka Sûriyeyê bike."

Heriwah Îsmaîl Beqayî da zanîn, "Em dê ji hemû derfetan sûdê wergirin ji bo derbirina nêrînên xwe bi rêya hemû alî û welatên ku têkiliyên me bi wan re baş in."