Amerîka: Em vê hevdîtinê, bi kêfxwesî pêswazî dikin

04 May 2023 14:32 0 dîtin
Amerîka: Em vê hevdîtinê, bi kêfxwesî pêswazî dikin

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan pêşwaziya pêşketinên di dan û standinên navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de kir.

Jake Sullivan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Azerbêycanê Jeyhun Bayramov û Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan a li Koşka Spî, kêfxweş in.

Sullivan, di derbarê hevdîtinên ku hatine kirin de got ku “Em pêşwaziya pêşketina ku Ermenîstan û Azerbaycanê di dan û stendinan de bi dest xistine, dikin û em pêşwazî li diyaloga berdewam dikin.”

Sullivan destnîşan kir ku peymaneke dewamdar û adil dê bibe mifteya vekirina derfetan a ji bo herdu welatan û herêman.

Beriya niha roja yekşema borî, Amerîkayê mazûvaniya navbera wezîrên Azerbaycan û Ermenîstanê kiribû û di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja duşemê bi wezîrên derve yên Azerbaycan û Ermenîstanê re civiyabû.