Kore ya Bakûr û Amerîka hevdîtinên nukleerî dikin
PeyamaKurd- Hevdîtinên li ser mijara nukleerî yên di navbera Amerîka û Kore ya Bakûr de li welatê Îsweçê destpêkirin. Hevdîtin li ser bingeha ku Trump û Kim li Sîngapûrê lihevkiribûn dimeşe û dê binêrin ka çawa karin wan xalan bipêşde bibin. Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:
“Ez zahf razîme ku delegasyonên Kore ya Bakûr û dewleta Amerîkayê bo hevdîtinan li Îsweçê ne. Bo bi awayeka aştiyane çare ji bênukleeriyê re bê dîtin, pêwistî bi diyalogê heye.”
Delegasyonên her dû dewletan bi awayeka baş ji aliyê hêzên asayîşa Îsweçê de tên parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin