Amerîka: “Kore ya Bakûr ji Rûsya re fuze amade kir”

05 January 2024 01:28 0 dîtin
Amerîka: “Kore ya Bakûr ji Rûsya re fuze amade kir”

PeyamaKurd – Koordînatorê ewlehiya netewî û danûsitendina stratejîk yê Amerîkayê John Kirby ragihand ku Kore ya Bakûr ji Rûsya re fuze û rampayên fuzeyan amade kiriye û ji fuzeyan herî kêm yek ji wan di 30yê Berfanbarê de avêtine Ûkraynayê.

Kirby got ku bûyer girînge û hem bi endişe ye. Fuzeya ku Kore daye Rûsyayê ketiye devera Zaporijyayê. Paşî Rûsya bi fuzeyên balistik di 2ê mehê de di êrîşa hewayî de gelek fuzeyên balîstîk bikaranî.

Kirby got ku Kore ji Rûsya re fuze amade kiriye û ev jî tê vateya ku biryarên NY îhlal kiriye, wê mijarê bibin konseya ewlehiyê ya NY û hem niyeta Rûsyayê heye ku ji Îranê fuzeyan bikire.