Gengeseya fuzeyan di navbera Rûsya û Amerîka de destpêkir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew xeberê distînin ku rêvebiriya Amerîkayê fuzeyên menzîla wan kurt û navçe li gelek deveran bicîhkirine. Weke bersiva Rûsyayê ji Amerîkare dibêje ku divê Rûsya jî dest bi hilberîna fuzeyên menzîla wan kurt û orte bikin. Putin di civîna bi endamên konseyê re li ser onlinê civînekî pêkanî û got:
“îro, em ê weke federasyona Rûsyayê behsa fuzeyên menzîla wan kurt û navçe di derbarê wan de çi gav bavêjin û wan li ku derê bicîh bibkin biaxifin. Hun dizanin Amerîka çend sal berê xwe ji peymanê vekişand û got ku wê dest bi hilberîna fuzeyên navborî bikin.”
Putin li ser vekişîna Amerîkayê ya ji peymana fuzeyên menzîl kurt û orte weha got:
“Di sala 2019an de me got ku em ê hilberîna fuzeyan nekin û me got heya Amerîka wan li deverekî dinyayê bicîh neke, em ê jî bicîh nekin.”
Putin, di dewama xaftina xwe de li ser hiberîn û bicîhkirina fuzeyan axaftina xwe dewam kir:
“Îro Amerîka ne tenê hilberîna fuzeyan dike, fuzeyan ji bo tetbîqatê aniye Ewrûpa û Danîmarkayê. Di wextekî nêz de gotin ku birine Fîlîpînê. Nayê zanîn bê fuzeyan ji Tirkiyê derxistin an na. Hebe an tinebe divê em bertekê nînanî babetê bidin û ji niha û pê de emê çi bikin divê em biyara xwe bidin.”
Amerîka û Sowyet, ew peyaman di sala 1987an de îmze kiribûn ku fuzeyên dikarin serika li wan bixin û menzîla wan di navbera 500-5.500 km yan de ne, qedexeye lê Amerîka ji peymanê di sala 2019an de ji peymanê vekişiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin