NY: Serek di navbera Amerîka û Rûsya de biqewime wê ji bo dinyê bibe bobelatek mezin
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi daxuyaniyekê diyar kir, eger ji ber rageşiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de şer û pevçûnek biqewime, ev yek wê ji bo dinya û Ewropayê bibe bobelat.
Guterres li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da rojnamegeran û hevdîtinên di navbera Rûsya Amerîka û NATOyê de yên ku ji ber rageşiyê tên kirin, nirxand.
Guterres di axaftina xwe de da zanîn: "Ji bo rê li ber pevçûneke ku wê ji bo Ewropa û dinyayê re bibe bobelateke mezin bê girtin û rageşî dakeve, hewl tê dayîn û ev pêvajo gelekî girîng e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin