Çîn: Amerîka ji tevliheviya navbera Rûsya û Ûkryanayê qezenc dike

11 April 2022 21:56 0 dîtin
Çîn: Amerîka ji tevliheviya navbera Rûsya û Ûkryanayê qezenc dike

PeyamaKurd – Çîn ragihand ku Amerîka zorê dide welatan da dorpêçan deyne ser Rûsyayê û ji tevliheviya navbera wan qezencê bike. Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Cao Licien ragihand ku ji serê şerî de Amerîka zorê dide welatan da dorpêçan deynin ser Rûsyayê wan tehdîd dike. Cao Liciend weha got:

“Lê dorpêç gengeşeyan kêm nake, ji xwe pandemî dinyayê xistiye krîza darayî û dorpêç dê bibin sedema krîzaka nû di dinyayê de. Ji ber dorpêçan, li Awrûpayê bihayê ewnerjiyê derketiya asta herî bilind, li gelek welatan hemwelatî bedelên zêde ji bo germkirin, elektrîk, çûnûhatê, xida pêdiviyên rojane perên zêde didin û di vê rewşê de astengiya herî mezin welatên ku nûh bi pêşde diçin, dibînin.

Eger geşepêdana aborî û îstîqrara civakî bikeve nav talûkê, wê tevliheviya siyasî bi xwe re biafirîne. Amerîka dixwaze YA yê têkiliyên xwe bi Rûsya re bibire, têkiliyên xwe yên enerjiyê û ewlehiyê bi YA re bipêş dixe lê ew dixwaze bi Rûsya re têkiliyan bipêş bixe.”