Amerîka: “Rûsya testa fuzeya peyksawarê kir”
PeyamaKurd – Fermandariya Fezayê ya Amerîkayê (SPACECOM), ragihand ku wan tesbît kirine peyksawara Rûsyayê heye ku dikare li peykên li binkeyên nizim hatine danîn bixe. SPACECOM ê weha ragihand:
" Rûsya fuzeya peyksawara ku dikare bi jor de here, ceriband.”
SPACECOM ê got ku ew endîşê dikin Rûsya fuzeyên peyksawaran hêjî li hewa û bejayiyê bicîhdikin û weha dewam dike:
“Xebatên Rûsyayê ne weka ku di dîplomasiyê de xwe nîşan didin û van kiryaran bi wan nakeve. Rûsya bi temamî du sîlihên tîpên cuda yên fezayê bipêşxistin. Yek ji wan sîlihan ew e ku bo tinekirina peykên ku binkeyên wan nizmin a sîstema bi navê DA-ASAT ê û ya dinê ya ku li ser binkeyan bicîh kirine ya bi navê CO-ASAT in. Eger DA-SAT li ser peykekî hatibe ceribandin, wê li fezayê sergoyekî çêbibe, peykên an ku satalaytên bazirganî tehdîd bike û fezayê gemarî bike.”
Rûsya, îsal her dû fuzeyên peyksawaran DA-ASAT û CO-ASAT ê ceribandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin