Ji Yemenê fuzeyan avêtin kestiya balafiran ya Amerîkayê lê temamê fuzeyan hatin îmhakirin
PeyamaKurd – Keştiya Amerîkayê ya şer 3 fuzeyên ku ji terefê Hûsiyên Yemenê de hatin avêtin li hewayê îmha kir. Bi wan re jî dronekî dinê xist. Pentagonê ragihand ku fuze ji terefê Hûsiyan de hatine avêtin û bi îhtîmaleka mezin xwestine bavêjin Îsraîlê.
Lê dema mirov li nexşeya Yemen û îsraîlê dinhêre tê dîtin ku gelek zahmete Hûsî li îsraîlê bixin ji ber mesafa navbera wan dûre. Bi îhtîmaleka mezin wê fuzeyan avêtibin keştiyên Amerîkayê. Gelek rêvebirên Amerîkayê jî di heman fikrê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin