Amerîka êrîsa ser mizgefta li Pakistanê sermezar kir
PeyamaKurd – Berdevka Konseya Ewlehiya Netewî ya Koşka Sipî Adrienne Watson bi nivîskî daxwuyaniyekî da û got ku do li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhva di wexta limêja nîvro de bombeya ku xistine mizgeftê û teqandine û di encamê de 100 kes jiyana xwe ji dest dabû, bi tundî peotesto û şermezar dikin. Watson weha got:
“Ji bo malbatên kesên can dane sersaxiyê dixwazim. Terorîzm nayê efûkirin. Bê wijdaniye ku kesên îbadeta xwe dikin bikujin û bikin hedef. Amerîka ji bo Pakistan xwe bide hev û ji nûh de welatê xwe ava bike, amade ye ku destekê bide.”
Do di teqîna bombeyî de ya di nav mizgeftê de 100 kes miribûn û dermankirina 225 birîndaran dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin