Amerîka hisyarî da Îranê: Emê jî bersivê bidin!

02 November 2023 14:55 0 dîtin
Amerîka hisyarî da Îranê: Emê jî bersivê bidin!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller diyar kir ku wî hişyarî daye Îranê ku şerê Gazzeyê berfireh neke û eger li Sûriye û Iraqê êrişî hêzên wê bike dê bersivê bidin.

Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî. Miller careke din hişyarî da ku divê komên çekdar ên nêzî Îranê êrîşî hêzên Amerîkî yên li Sûriye û Iraqê nekin.

Miller tekez kir û got, “Eger li Iraqê êrişî hêzên me were kirin, emê weke berê bersivê bidin.”

 

Li ser pirsa Wezîrê Derve yê Îranê ku gotibû eger şer ji kontrolê derkeve dê Amerîka berpirs be jî, Miller wiha got: “Divê Îran vê nakokiyê mezintir neke. Eger êrişî hêzên me were kirin, emê bersivê bidin. Tiştê ku me kir ev bû û ger carek din êrîşî me bikin, em ê dîsa bersivê bidin.”