Îranê Amerîka tehdîd kir: Ku hûn êrîsî me bikin, emê bersivê bidin!
PeyamaKurd- Serokê olî yê Îranê Ayetullah Xamaney Amerîka û hevalbendên wê hişyar kirin û got heke hûn êrîşî me bikin, em ê jî li we bixin.
Serokê olî yê Îranê Ayetullah Xamaney ji ber 1ê Gulanê civînek li dar xist û di civînê de axivî. Li ser êrîşa Amerîkayê ya roja yekşemê ya li Sûriyê got ku Amerîka dixwaze li herêma me şerekî derbixe û Siûdî Erebîstanê li me gij dike. Çima siyonîstan li me sor nakin. Lewra dixwazin ku misilman û misilman bi hev re şer bikin.
Roja yekşemê li Heleb û Hamayê baregehên Îranê hatibûn hedefgirtin û di encamê de 18 leşkerên Îranê tevde 26 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin