Amerîka ji bo Îranê amadekariyên dorpêçeke nû dike!
PeyamaKurd- Senatoya Amerîkayê li dijî hinek komên çekdar yên li Iraqê ku piştgiriya wan dewleta Îranê dike, amadekariyên dorpêçeke nû dike.
Fermandarê Muhafizên Şoreşa Îranê General Muhammed Alî Caferî duh daxuyaniyek dabû û gotibû ku êrîşa me ya li dijî PDKê û HDKê, ji bo dijminan mesajek e û gef li Amerîkayê xwaribûn. Îro jî senatoya Amerîkayê, ji bo Îranê amadekariyên dorpêçeke nû dike.
Endamên Senatoya Amerîkayê yên komarparêz David Perdue, Marco Rubio û Ted Cruz daxuyaniyek dan û gotin ku li Iraqê bi taybetî komên terorîst yên wekî Asaîb Ehlî’l Hak û Hareket Hîzbullah el Nuceba ku ji aliyê Îranê ve têne destekkirin, pir aktîf in. Ji bo ku li dijî van koman, hinek dorpêç werin kirin, me teklîfeke qanûnê amade kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin