Wezirê Derve yê Îranê : Amerîka ji me daxwaza agirbestê dike

07 November 2023 14:16 0 dîtin
Wezirê Derve yê Îranê : Amerîka ji me daxwaza agirbestê dike

Peyamakurd- Wezîrê Karên Dervê yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan ragihand ku Amerîkayê di van 3 rojên dawî de peyama agirbestê ji wan re şandiye.

Ebdulahiyan di daxuyaniya ku li Paytextê Îranê Tahranê belav kir de wiha got : “Amerîkiyan di van 3 rojên dawî de ji me re peyam şand û diyar kirin ku ew agirbest dixwazin û di vî warî de gavan diavêjin, lê di rastiyê de ew tenê piştgiriya komkujî û qirkirina li Xezayê dikin. Em hêvîdar in ku Amerîka di demeke kin de siyaseta xwe biguherine û piştgiriya aliyê dagirker neke.””