Amerîka ji bo Kore ya Bakûr tedbîran danî

02 March 2023 00:03 0 dîtin
Amerîka ji bo Kore ya Bakûr tedbîran danî

PeyamaKurd – Wezareta xezînê ya Amerîkayê ji ber di rêyên qaçax de dahat bidestdixin, li Kore ya Bakûr tedbîran danî ser kes û şîrketan. Beşa OFAC ê ya wezareta xezînê ya Amerîkayê tedbîr danî ser 2 kes û 3 rêxistinên Kore.

Her sê şîrket an dezgeyên ku Amerîka tedbîran daniye ser; Chilsong Trading Corporation, Korea Paekho Trading Corporation û Kongo Aconde SARL in. Chilsong Trading Corporation ji bo Kore ya Bakûr dowîzan bidest dixe, agahiyan dide hev û ji bo wezîfedarên îstîxbaratê parastinê dike.

Şîrketa Korea Paekho Trading Corporation ji salên 1980an heya niha li Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê projeyên li ser sanat û avahiyan dimeşîne û pere dide Kore ya Bakûr.

Kongo Aconde SARL jî li Kongoyê projeyan dimeşîne û destekê dide bernamên nukleerî û fuzeyên balîstîk yên Koreyê.

Her du kesên ku damezrênerên Kongo Aconde SARL ê ne yên bi navên Hwang Kil Su û Pak Hwa Song tedbîran daniye ser wan jî.