Amerîka ji enwantera xwe paketa bi 325 milyon dolarî ji bo Ûkraynayê ragihand
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku bi paketekî nû ya leşkerî wê ji bo Ûkraynayê bişîne. Bihayê pakete 325 milyon dolare. Ev cara 36a ye ku Amerîka ji enwantera xwe destekê dide Ûkraynayê. Di paketa vê carê ev alav hene:
“Ji bo HIMARS an cepilxane, guleyên topan yên 155 mm û 105 mm, fuzeyên TOW, sîstemên antî-tank AT-4an, mayinên antî-tank, ji bo paqijkirina baryeran muhîmmatên xerabkirinê, ji 9 milyonan zêdetir muhîmmatên sîlihên biçûk, 4 alavên desteka lôjîstîk, mihîmmatên hewayî yên hassas, ekîpmanên tamîra alavan yên test û teşxîsê, ji bo parastina lîmanan ekîpmanên parastinê, perçên yedek û ekîpmanên sehayê.”
Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karine Jean-Pierre, di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku wê Amerîka û hevkarên xwe, bi ortaxên xwe re, desteka wan ji bo Ûkraynayê dewam bike. Seredana Putin ya ji bo Donbassê nîşan dide ku karê Rûsyayê li Ûkraynayê baş nameşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin