Amerîka ji reva bi komî ya DAISiyan a ji girtîgehên Sûriyeyê nîgeran e
PeyamaKurd – Rojnameya Politico ji zimanê berpirsên Amerîkayê belav kir ku Washington ji reva komî ya endam û çekdarên berê yên DAIŞê ya ji girtîgehên Sûriyeyê nîgeran e û ditirse.
Rojname amaje bi wê yekê dike ku bi hezaran endamên berê yên DAIŞê û endamên malbatên wan hîn li girtîgehên bin parastina hêzên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ne ku ji aliyê Amerîkayê ve piştgiriya wan tê kirin.
Ew girtîgeh destpêkê biryar bû demkî bin, lê desthilatdarên wan welatên ku berî çend salan tundrewên ku çûne Sûriye û Iraqê û beşdarî nav rêzên DAIŞê bûne, hemwelatiyên xwe ji girtîgehan wernegirtin.
Berpirsekî payebilind ê saziyên Dij-Terorê ya Amerîkayê ragihand: ‘’Tişta niha Amerîka rast wê hatiye wek bombeyeke demkî ye.’’
Her weha amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Eger Tirkiye êrîşên li ser Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ranewestîne, wê demê em dê bi awayekî komî rastî xerakirina girtîgehan bên.’’
Bi devê fermandarê berê yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdarên Amerîkayê (CENTCOM) ku berpirse ji herêmên Asyaya Naverast û Rojhilata Navîn, Joseph Votel diyar kir: ‘’Artêşeke terorîst girtiye û ez ji vê gelek nîgeran im.’’
Politico diyar dike hejmara DAIŞiyên li girtîgehan 9 hezar kes e û ji bilî wan jî nêzîkî 50 hezar endamên malbatên wan bi taybet jin û zarokên wan hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin