Amerîka ji welatên Ereb ên li Urdunê bi Sûriyê re hevdîtin kirin re endîseyên xwe ragihand

04 May 2023 01:17 0 dîtin
Amerîka ji welatên Ereb ên li Urdunê bi Sûriyê re hevdîtin kirin re endîseyên xwe ragihand

PeyamaKurd – Cîgirê berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel li ser hinek welatên Ereb ku li Urdunê bi rejîma Sûriyê ya Esed re ku bi wezîrê karên derve yê Sûriyê re civîn kirin, ji bo kiryarê endîşeyên xwe ragihand. Patel di civîna rojane ya wezaretê de li ser hevdîtina wezîrên karên derve yên Erebistanê, Misir, Iraq û Urdunê ku bi wezîrê Sûriyê Faysal el-Mikdad re civiyabûn şiroveyan kir. Patel weha got:

“Me di 1 ê gulanê de li ser civîna Urdunê endîşeyên xwe ji Urdun û welatên din re got. Her çendîn em bifikirin ku rejîma Esed vê şiroveyê heq nekiribe jî Urdun û welatên din daxwazên berya vê ya Amerîkayê qebûl dikin. Lê em dîsa bi Şamê re normalîzebûnê destek nakin û em li hemberê welatên din yên dixwazin têkiliyan bi Şamê re normal bikin. Rejîma Îran û Sûriyê ne tenê li welatên xwe lê li herêmê xebatên niyeta xwe ya xerab ya ku dixwazin îstîqrara herêmê xerab bikin, dewam dikin.”