Washington Post: Amerîka nahêle Ereb bi Sûriyê re têkilî deynin
PeyamaKurd- Rojnama Wahsington Post ragihand ku dewletên Ereb dixwazin bi Beşer Esed ê serokê Sûriyê re ji nûh de têkilî deynin lê Amerîka nahêle. Li gor rojnamê; Amerîka zorê dide ser dewletên Ereban. Ew dewletên Ereb yên bo avakirina Sûriyê alîkarî bike, wê dorpêçên ser Beşer Esed deyne ser wan jî.
Rûsya jî bi eksa Amerîkayê zorê dide ser wan. Moskova bo bandora Îranê di herêmê de bişkêne, dixwaze dewletên Ereb bi Esed re bikevin nava têkiliyan.
Rêvebiriya Şamê, mesrefa ku 8 sale bo şer hatiye kirin ku li dora 400 mîlyar dolariye, dixwaze hinek ji vî pereyî bi welatên Ereb bide safîkirin. Rojname dibêje Tirkiye û Îran li ser Sûriyê bandora wan zêde bûye lê bandora dewletên Ereb kêm bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin