Washington Post | Amerîka 7500 mûsekên zîrek difirose Erebîstana Siûdî
PeyamaKurd – Bi agahdarkirina fermî ya Kongresê ji aliyê Îdareya Koşka Spî ya Amerîkayê, 7500 mûşekên zîrek difiroşe Erebîstana Siûdî.
Li gor rojnameya Washington Postê, peymana firotina wan mûşekan bi qasî 478 milyon dolaran e.
Herwiha tê pêşbînîkirin, ev biryar li Kongresê rastî nerazîbûnê bê, ji ber hejmarek kongresman li dijî pirbûna çekên Erebîstana Siûdî ne.
Kongresmanên ku li dijî pirçekbûna Erebistanê ne, di wê baweriyê de ne ku Erebîstana Siûdî mafên mirova binpê dike û li Yemenê roleke xirab lîstiye.
Mûşekên zîrek ji cûreya Paveway IV in û di armanc û arastekirinê de gelek bi hûrgilî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin