Washington Post: Amerîka xwe ji êrîsên din ên muhtemel re amade dike

27 August 2021 21:01 0 dîtin
Washington Post: Amerîka xwe ji êrîsên din ên muhtemel re amade dike

PeyamaKurd - Rojnameya Washington Post a amerîkî  ragihand ku hêzên Amerîkayê yên li Kabûl a paytexta Afganistanê xwe li hemerî êrîşên nû yên muhtemel ên DAIŞ'ê amade dikin.

Washington Postê bi zarê çavkaniyên hêzên amerîkî daye zanîn, dibe hin êrîşên din bi rêya erebeyên bomebebarkirî û avêtina moşekan li balafirgeha Kabulê pêk werin.

Herwiha hatiye ragihandin ku piştî êrîşên doh ên xwekujî li balafirgeha Kabulê, xebatên derketina ji Afganistanê îro bileztir berdewam dikin.

Amerîkayê berê jî ragihandibû ku îhtimal heye beriya dema dawî ya derketina hêzên biyanî ji Afganistanê hewldanên din ên êrîşan pêk werin.