Washington Postê detayên rêkeftina 'herêma ewle' nivîsand: Bi saya vê rêkeftinê Amerîka...

09 August 2019 17:18 0 dîtin
Washington Postê detayên rêkeftina 'herêma ewle' nivîsand: Bi saya vê rêkeftinê Amerîka...

PeyamaKurd – Nivîskarê rojnameya Amerîkî Washington Postê û şîrovekarê CNN Internationalê Josh Rogin, hurgiliyên naveroka rêkeftina Amerîka-Tirkiyê bo herêma ewle li Sûriyê, bi zarê rayedarên Amerîkî nivîsand.

Rogin dibêje, “Heger Amerîka dixwaze li Sûriyê ji bo gava bê, bandorekê çêke, pêwîste têkiliyên xwe bi Tirkiyê re baş bike.”

Nivîskarê Washington Post Josh Rogin detayên hevdîtina xwe ya ligel rayedarekî Amerîkî yê payebilin di wezareta derve de, nivîsandin.

Rogin got, "Rageşiya navbera Amerîka û Tirkiyê bi gefên Tirkiyê yên ketina bakurê Sûriyê (Rojava) hate asta şikestinekê. Senaryoyeke wiha dihat wateya ku siyaseta Amerîkayê ya Sûriyê bi temamî bikeve xeteriyê. Di rewşeke wiha de, dibû ku Kurdan bi rejîma Beşar Esed re li hev bikira û lêgerîna çareseriya siyasî ya Amerîkayê ji holê rakira.”

Rogin bal kişand ser rêkeftina herêma ewle û diyar kir, “Rayedarê Amerîkî ji min re da zanîn ku plana pêkanîna parastina herêma ewle bi hêzên tirk re dewriyeyan vedihewîne. Bi vê rêkeftina ku li beşeke krîza Sûriyê pêwendiyên Amerîka-Tirkiyê bihêz dike, bi saya vê rêkeftinê dê Amerîka di armancên xwe yên mijara krîza Sûriyê de pêşketinê bidest bîne.”

Nivîskarê Amerîkî diyar kir, "Heger Amerîka dixwaze li Sûriyê ji bo gava dahatuyê bandorekê çêke, pêwîste têkiliyên xwe bi Tirkiyê re baş bike” û got, “Divê garantiya ku Tirkiye êrîşî wan nake bide Kurdan û ji bo tirkan jî soz bê dayîn ku Kurd ji sînorên wan bên dûrxistin. Lê hîn em ne di wê rewşê de ne. Rêkeftina hatiye kirin, gaveke berê wê li rêya rastiyê ye.”

Herwiha Rogin da zanîn ku bi qasî 900 leşkerên Amerîkî jî wê hebûna xwe ya li herêmê bidomînin.