Washington Postê 'metbexa Kiliçdaroglu' anî rojeva xwe

08 May 2023 09:59 0 dîtin
Washington Postê 'metbexa Kiliçdaroglu' anî rojeva xwe

PeyamaKurd – Washington Post ku yek ji rojnameyên bi prestîj ên Amerîkayê ye, di nûçeya ku beriya hilbijartinên Tirkiyeyê amade kiribû de vîdeoyên ku ji metbexa namzedê serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu hatibûn kişandin anî rojeva xwe.

Rojnameyê diyar kir, kanalên sereke û weşanên giştî yên li Tirkiyeyê giraniyê didin weşanên li ser Recep Tayyîp Erdogan, rojnameyê nivîsand ku ji ber vê yekê Kiliçdaroglû ber bi sadebûnê ve diçe û hin vîdyoyên kurt û berfireh li ser medyaya civakî parve dike.

Di nûçeya navborî de ev gotinên, "Vîdyoyên Kiliçdarogluyê zimanê wî nermik, li hemberî dijberê xwe yê ku pir caran şerxwaz û polarîze dike, wekî kesayetek cûda, lihevhatî, dermanker nîşan dide."

Dengdêr êdî wî baştir nas dike

Di analîza rojnameyê de hat diyarkirin ku hin pispor Kiliçdaroglu dişibînin Serokê Amerîkayê Joe Biden, kampanyaya hilbijartinê ya Biden ku bi armanca dawîlêanîna perçebûna serdema Trump û girêdana nifşa nû ya siyasî hat bibîranîn.

Gulfem Saydan Sanver a şîretên siyasî li namzedên CHPê dike, di daxuyaniyekê de ji rojnameyê re got, armanca vîdeoyan ew e ku medyaya kevneşopî derbas bikin û bigihêjin komên cuda yên dengdêr, bi taybetî jî ciwanên ku di medyaya civakî de çalak in.

Sanver wiha got: "Kiliçdaroglu hewl dide nîşanî hilbijêran bide ku ew di xaniyek asayî de jiyanek asayî dijî, ne siyasetmedarekî elîtîst e û ji ber vê yekê dikare pirsgirêkên gel fêm bike."

Sanver derbarê vîdeoyên metbexê de got, " Kiliçdaroglû ji aliyê Erdogan ve dihat vegotin. Ev ji bo wî pirsgirêk bû. Niha ez difikirim ku hilbijêr wî baştir nas dikin."

Herwiha dema behsa vîdeoyên Serokê Giştî yê CHP'ê di formata "Lijneya Bay Kemal" de parve kir jî hat diyarkirin ku Kiliçdaroglu li dijî erzanbûna Tirkiyeyê ye û dixwaze li ser berhemên bi nirxê zêde hêza reqabetê ya welêt ava bike.

Herî dawî soza Kiliçdaroglu ya ji bo ciwanên ku wê cara ewilî dengê xwe bidin "konsolê lîstika bê bac" û vîdeoya Elewiyan ku zêdeyî 100 milyon caran tê temaşekirin jî hat sekinandin.