Mesrûr Barzanî ji Washington Postê re nivîsî: 4 salên dahatû bo me û hevpeymanên me...

19 July 2019 10:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji Washington Postê re nivîsî: 4 salên dahatû bo me û hevpeymanên me...

PeyamaKurd - Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand: Çar salên dahatû bo me û hevdû û hevpeymanên me girîng dibe.

Di gotarekê de li rojname ya Wahington Post a amerîkî bi navê (Çima hikumta Herêma Kurdistanê di destpêka qonaxeke nû de ye) Mesrûr Barzanî ragehandiye, ku ew dixwazin, di çar salên dahatî de hikumeta Herêma Kurdistanê  bûyerên sersamên van dawîyan bibuhirîne û amadeya xwe jî li ser gorepana nêvdewletî de misoger bikîn û bi kurtî jî, em dixwazin destpêkeke nû dest pê bikîn.

Her di gotara xwe de, Mesrûr Barzanî, radigehîne: Wek serokê wezîran rêyeke cuda bo rûbirûbûna astengan dîyar dikim ku pişta xwe bi destkevtan ve girê bide. Herweha şerkirin li gel Daişê li şûna civaka nêvdewletî û xercîyên wî şerî, budceya destnîşankirî ji alîyê Bexdayê ve, koç a aware û penaberan, çendîn milîyar Dolar deyin bo Me hêlane û sera dijwarîyan jî, em mayin wek hevpeymanê rojava û zanyarî yên hewalgirîyên me çendîn hêrişên teroristî li derve pûçkirin.

Di pişkeke dî ya gotarê de, Mesrûr Barzanî dibêje: Komeke çaksazîyan dikim ku tevaya kert û alîyên xizmetguzarîyê bi xwe re vegire û hikumeta min abûrîyeke hemecor ava dike, ku xweşguzeranîyê bo hemûyan bicî bike û krê bo wê yekê dikîn hikuet xizmeta welatîyan bike neku bi vajî ya wê.

Herweha bo rêkxistina peywendî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêngvên pêwîst dixim pêşîya xwe. di dema 16 salên buhirî de tim girjî hebûye û niha dema wê yekê hatîye Me peywendîyeke hevseng li gel Bexdayê hebe. Hevdem çavê me li piştîvanîya civaka nêvdewletîye bo hevkarîkirina Me di avakirina abûrî de.