Amerîka naxwaze Komkara Erebî Sûriyê qebûl bike

21 April 2023 19:30 0 dîtin
Amerîka naxwaze Komkara Erebî Sûriyê qebûl bike

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Amerîka di wê baweriyê de ye ku Sûriye ne hêjayî ye ku di nava Komkara Erebî de bê qebûlkirin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel got: “Em di wê baweriyê de ne ku Sûriye ne hêjayî wê ye ku di nava Komkara Erebî de bê qebûlkirin.”

Patel diyar kir, ji ber nebûna “pêşveçûneke rasteqîn” ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê, Amerîka pêwendiyên xwe bi hikûmeta Esed re asayî nake.

Vedant Patel got, Amerîka ji hevkarên xwe yên herêmî yên ku bi asayîkirina pêwendiyên hikûmeta Sûriyê re mijûl in re piştrast dike ku divê baldariya wan li baştirkirina şert û mercên mirovî li Sûriyê be.

Wezareta Derve ya Amerîka piştî zêdebûna hewlên welatên Erebî û hin welatên din, bo asayîkirina pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê ev daxuyanî da ku Amerîka ji mêj ve li dijî asayîbûna bi Esed re ye.