Amerîka kapasîteya xwe ya hewayî li Rojhilata Navîn zêde dike

30 September 2024 10:06 0 dîtin
Amerîka kapasîteya xwe ya hewayî li Rojhilata Navîn zêde dike

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku DYE dê kapasîteya xwe ya piştgiriya hewayî ya li Rojhilata Navîn zêde bike û ji bo şandina leşkeran bo herêmê gihîştiye asteke bilindtir.

Her wiha DYAyê hişyarî da Îranê ku nakokiyên li Rojhilata Navîn berfirehtir neke.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a navneteweyî ya Reutersê, ev daxuyanî du rojan piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden telîmat da Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) hat ku helwesta hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji nû ve sererast bike.

Berdevkê Pentagonê Orgeneral Patrick Ryder di daxuyaniya xwe de got, "Amerîka bibiryar e ku rê nede Îran û hevkar û alîgirên wê yên ku Îran piştgiriya wan dike ji rewşê sûd werbigirin û şer berfirehtir bikin."

Serleşker Ryder her wiha got: "Eger komên ku ji aliyê Tehranê ve tên piştgirîkirin vê derfetê ji bo hedefgirtina personel û berjewendiyên Amerîkî li herêmê bikar bînin, dê Amerîka hemî tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe bigire."

Daxuyaniya Pentagonê li ser mezinahî û berferehiya bicihkirina hêza hewayî ya nû kêm nîşan dide, tenê got ku "Em ê di rojên pêş de şiyanên xwe yên piştgiriya hewayî ya berevaniyê zêdetir xurt bikin."