Amerîka li 3 ciyên ku rampayên fuzeyên Hûsiyan lêne xist

20 January 2024 02:17 0 dîtin
Amerîka li 3 ciyên ku rampayên fuzeyên Hûsiyan lêne xist

PeyamaKurd – Koordînatorê konseya ewlehiyê û danûsitendinên stratejik yê Koşka Sipî John Kirby ragihand ku hêzên Amerîkayê 3 êrîş birine ciyên ku rampayên avêtina fuzeyên keştiyan (keştîsawar) yên Hûsiyan lê ne.

Armanca Amerîka ji van êrîşan ewe ku li Derya Sor çûnûhata keştiyên bazirganî bixe nav ewlehiyê.Kirbay ragihand ku êrîş bi armanca bergiriyê hatine kirin û rampayên ku li wan xistine ji bo berdana ser keştiyan amade bûne.