Amerîka: Li Iraqê 2 leskerên me jiyana xwe ji dest dane

09 March 2020 18:55 0 dîtin
Amerîka: Li Iraqê 2 leskerên me jiyana xwe ji dest dane

Peyamakurd- Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku du leşkerên wan di têkoşîna li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku li Iraqê 2 leşkerên wan di têkoşîna li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got 8ê Adarê di encama şerê li dijî DAIŞê de 2 leşkerên amerîkî de jiyana xwe ji dest dane û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Herwiha Pentagonê di daxuyaniyê de hat diyar kiriye ku ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê bi hezaran leşkerên amerîkî amada ne.