Amerîka: Me dorpêçê nedaniye ser ti bankakî Iraqê

28 July 2023 00:50 0 dîtin
Amerîka: Me dorpêçê nedaniye ser ti bankakî Iraqê

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku Amerîka ti dorpêçekî dananiye ser bankayên Iraqê. Ragihandina Patel li ser pirsa ku Amerîka dorpêçê daniye ser 14 bankayên Iraqê hat kirin.

Patel got ku tenê di meha Temmûzê de ji bo 14 bankayên Iraqê sînorekî danîne ku ji Banka Navendî ya Iraqê dovîzan bistînin.

Patel ji bo reforma wezareta Pêşmerge jî got ku ji ber fikrên cuda yên di navbera partiyên Kurdistanê de bi endişene ku reforman nakin. Li ser mijara bankayan Patel weha got:

“Ruşwet û bertîl di sektora karê bankayan yên Iraqê de pirsgirêkekî gelek xetere. Hukumeta me û Iraq ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin, bi hev re dixebitin.”

Patel di mijara reformên wezareta Pêşmerge de weha got:

“Veqetandinên di navbera Kurdan de li ser leza reformên di wezareta Pêşmerge de me ditirsîne. Me endîşeyên xwe arasteyî serpereştên Herêma Kurdistanê kir.”