Amerîka merasima qewimandina 11 ê êlûnê li Pensilwanya kir
PeyamaKurd – Amerîka li Pensîlwanyayê merasima 11 ê êlûnê ya ku di sala 2011 ê de qewimîbû û di bûyerê de 3 hezar kes hatibûn kuştin, kir. Di bûyera ku ji aliyê El Qaîdeyê de hatibû kirin, yek ji hedefa wan jî Pensîlwanya bû.
Merasim an ku bîranîna bûyerê ne tenê li Pensîlwanya lê li payîtext Washington DC, New York û gelek deverên din hatin kirin. El Qaîde bi awayekî rêk û pêk li Barûyên Cêwî an ku Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê û li Pentagonê xistibû. Di bûyerê de malbatên ku qurbanî dabûn, serokê Amerîkayê Joe Biden, First Lady Jill Biden û di asta bilind de rêvebir tevlî merasimê bûn.
Ji bo qurbaniyan rawestina rêzgirtinê hat kirin û navên gorîvanan yek bi yek hat xwendin, malbatan gul û çîçekan danîn ser seha abîdeyê. Biden û hevjîna xwe tacegulê danîn ber abîdeya United 93 ê. Paşî Biden bi malbatan re hat cem hev. Bi Biden re George Washington Bush û cîgira wî Kamala Harris hebûn. Di merasimê de Harris weha got:
“Ji bo bîranînê divê me li rabirdûyê binêrin lê divê em li dahatûyê jî binêrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin