Merasima sonxwarina hukumeta Talîbanê di 11 ê êlûnê de ye

09 September 2021 00:29 0 dîtin
Merasima sonxwarina hukumeta Talîbanê di 11 ê êlûnê de ye

PeyamaKurd – Hukumeta Talîbanê ya demkî di 11 ê êlûnê de merasima sonxwarinê dike. Dibe ev biryar Amerîkayê zêde aciz bike ji ber tê salvegera 20 em ya lêdana Barûyên Cêwî ku navenda bazirganî ya Amerîkayê bû û bûyer ji aliyê El Qaîdeyê de hatibû kirin. Serokê El Qaîdeyê Usame Bin Ladin bûyerê girtibû ser xwe. Di bûyera ku bi balafiran êrîşê Barûyên Cêwî kiribûn de, 2.977 kes hatibûn kuştin.

Di hukumeta nû ya demkî ya Afxanistanê de serokwezîr wê Molla Muhammed Hassan Ahund be. Ragihandin ji aliyê berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd de hat kirin.

Ji bo merasima sondê, heya niha Rûsya, Çîn, Qatar, Tirkiye, Pakistan û Îran hatine dawetkirin. Bi sedema hukumet ne piraliye û hemû pêkhateyên Afxanistanê di nav de nînin, dibe Rûsya tevlî merasimê nebe.