Serokê hukumeta demkî yê Gabonê wê di 4 ê Êlûnê de sond bixwe

31 August 2023 23:24 0 dîtin
Serokê hukumeta demkî yê Gabonê wê di 4 ê Êlûnê de sond bixwe

PeyamaKurd – Li dewleta Gabonê duhî leşkeriyê derbê kiribû û navên xwe danîbûn ‘Komîta Restorasyon û Derbasbûna Dezgeyan’. Serokê komîtê general Brice Oligui Nguema wê di 4 ê Êlûnê de sond bixwe. Komîte (CTRI) ragihand ku wê General Nguema bi navê ‘Serokkomarê Hukumeta Demkî’ di hûzûra Dadgeha Destûrê de wê sondê bixwe.

General Nguema heya sala 2009an yaweriya serokkomarê berê Omar Bongo kiribû. Nguema dema duhî derba leşkerî kir, fermandarê alaya parastvanên serokkomarê Gabonê bû.