Johnson: Divê ti dewlet bi serê xwe hukumeta Talîbanê nas neke

17 August 2021 23:08 0 dîtin
Johnson: Divê ti dewlet bi serê xwe hukumeta Talîbanê nas neke

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson li ser pêşdeçûnên li Afxanistanê ragihand ku divê ti welatekî bi serê xwe hukumeta Talîbanê ya Afxanistanê nas neke û dê li ser bingeha biryarên navdewletî tevbigerin. Li gor ragihandina baregeha serokwezîrtiya Îngîltere ya nivîskî ya 10 an, Johnson bi telefonê bi serokwezîrê Pakistanê bi Îmran Xan re li ser rewşa Afxanistanê axifiye.

Serokwezîrê Îngîlterê di axaftina ya bi Îmran Xan re gotiye ku divê her dewlet ne bi serê xwe lê li gor standardên navdewletî bi hukumeta Afxan re têkilî deyne û rewaya hukumeta Talîbanê li ser standardên navdewletî yên hatine qebûlkirin be; weka mafên mirovan û Talîban çendîn destekê dide standardên navdewletî, li gor wî li hemberê Talîbanê tevbigerin.