Merasima cenazê qralîçe Elizabeth2 di 19 ê êlûnê de ye
PeyamaKurd – Roja merasima cenazê qralîçê Elizabeth 2 wê di 19 ê êlûnê de bêkirin. Ragihandin ji aliyê Koşka Buckingham ê de hat kirin û li gor ragihandina Qesrê; wê merasim siet di 11.00 an de ji Westminster Abbeyê destpêbike. Wê cenaze di roja yekşemê de ji malîkana wê ya Îskoçê bibin payîtext Edinburgê.
Cenaze roja sêşemê dê bibin Londorayê û heya 19 ê mehê roja merasima cenaze, wê li Koşka Buckinghamê bimîne.
Di roja 19 ê êlûnê roja merasima cenaze wê li Îngîltere bibe tatîl.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin