Merasima cenazê Colin Powell hat kirin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê Colin Powell ku di dewra George W. Bush de di sala 2001 ê de wezîr bû bi sedema di 18 ê cotmehê de bi Kovid-19 ê ketibû, wefat kiribû.
Merasima cenazê Colin Powelê 84 salî li Katedrala Washingtonê ya netewî siet di 12 san de çêbû. Di merasimê de Joe Biden û hevjîna wî First Lady Jill Biden, serokên berê George W. Bush, Barack Obama û hevjînên wan Laura Bush û Michelle Obama, wezîrên karên derve yên berê Hillary Clinton, Condoleezza Rice, wezîrê niha Antony Blinken û serokerkan Mark Milley di merasimê de amade bûn.
Di merasimê de malbata wî û hevalîn wî axifîn û xemên xwe anîn ziman. Powell bi sedema ku reşik bû, di dîroka Amerîkayê de di asta jor ya rêvebiriyê de cîh girtibû, dinya gelek jê hezdikir û her weha weka dosteki Kurd jî dihat nasîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin