Merasima cenazê Qasim Silêmanî wê roja yeksemê bêkirin

04 January 2020 02:39 0 dîtin
Merasima cenazê Qasim Silêmanî wê roja yeksemê bêkirin

PeyamaKurd- Merasima rakirina cenazê Qasim Silêmanî ku fermandarê giştî yê hêzên Qudsê yên bi ser artêşa Îranê de bû û hem berpirsê operasyonên derveyê Îranê bû, roja yekşemê wê li bajarê Îranê, li Kirmanê bêkirin û cenaze jî li Kirmanê bê definkirin. Hat ragihandin ku berya cenaze bişînin Îranê, wê li Bexdayê merasimek bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku cenaze ji Bexdayê dibin Tehranê û wê merasimekî li wê derê bê çêkirin, wê li Zankoya Tehranê bi tevlîbûna Ayetullah be. Piştî merasima Tehranê wê cenaze bişînin Kirmanê, memleketê Qasim Silêmanî.