Merasima dewletê ji bo Gorbaçov nakin lê Putin li ser cenazê xatir jê xwest
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê yê berê Mihail Gorbaçov di 91 saliya xwe de, di 31 tebaxê de koça dawiyê kiribû û wê roja şemiya bê, jê re merasima cezane bêkirin. Merasim ne ya dewletê ya fermiye û wê merasima fermî jê re nekin.
Cenazê Gorbaçov li salona nexweşxanê ji bo seredanan hat amadekirin. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro seredana cenazê Gorbaçov kir, jê re rêz girt, çîçek danî ser cenazê wî û ji Gorbaçov xatir xwest.
Berdevkê Kremlînê ragihand ku bernama serokê Rûsyayê Putin dest nade ku tevlî merasima cenaze bibe lewra li nexweşxanê seredana cenaze kiriye. Wê merasim ji aliyê hukumetê de bê birêvebirin. Piştî Nikita Krusçev cara duyê ye ku merasima fermî ji bo serokekî Rûsya re nayê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin