Putin: Em fikira hevdîtinên astiyê, red nakin

30 July 2023 18:00 0 dîtin
Putin: Em fikira hevdîtinên astiyê, red nakin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di derbarê şerê navbera welatê xwe û Ukraynayê de daxuyanî da.

Vladimir Putin ku li bajarê St. Petersburgê rêberên welatên Afrîkayê pêşwazî kiribû, piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û di nav nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa şerê navbera welatê xwe û Ukraynayê.

Serokê Rusyayê diyar kir ku dema artêşa Ukraynayê êrîş bike, dê zehmet be ku agirbest çêbibe û got ku ji bo Ukrayna û Rusya li ser maseya aştiyê rûnin, ji aliyê Ukraynayê ve gelek şert û merc hatine danîn.

Putin, di dewama daxuyaniya xwe de got ku tu planeke wî ya xurtkirina pevçûna li Ukraynayê tuneye û da zanîn ku kesên şer rexne dikin, ji hundir ve zirarê didin Rusyayê.