Îran: Em qebûl nakin ku erdnîgarî an sînorên dewletên herêmê biguherin
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan di seredana xwe ya Îranê de, bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya. Reîsî di hevdîtinê de ji Ararat Mirzoyan re got ku Îran di herêmê de guherîna erdnîgariyê û guherîna sînorên dewletan naxwaze. Reîsî her weha got ku divê arîşeyên dewletên herêmê di nav welatên herêmê de çareser bibin.
Li gor ragihandina nivîskî ya serokkomariya Îranê, serokkomar Îbrahîm Reîsî ji Ararat Mirzoyan re weha gotiye:
“Divê pirsgirêkên herêmê ji aliyê welatên herêmê de çareser bibin. Mudaxeleyên ji derve de pirsgirêkan bêhtir tevlîhev dikin. Em destekê didin hevdîtinên navbera Ermenistan û Azerbeycanê. Em dixwazin di herêmê de aştî, ewlehî, hûzûr çêbibe.
Em qebûl nakin di herêmê de guherîna erdnîgarî û sînorên dewletan biguherin. Em destekê didin temamê desthilata welatan û yekîtiya axa wan. Di mijara pêşdebirina têkiliyên bi Ermenistanê re jî ti astengî tine.”
Li ser axaftina Reîsî, wezîrê karên derve yê Ermenistanê Mirzoyan weha got:
“Wê welatê me nebe dika çalakiyên li hemberê Îranê. Em daîma refdarên aştî û ewlehiya herêmê ne. Têkiliyên bi Îranê re ji bo Ermenistanê girîngin û divê dîplomasiya navbera her dû welatan xwurttir bibe.”
Mirzoyan bi hemkarê xwe yê îranî re bi Huseyin Emir Abdullahiyan re jî civiyabû û li ser mijarên duqolî û herêmî axifîbûn.
Di pirsgirêkên navbera Îran û dewleta azerbeycanê de,di dema ku Ebûfeyz Elçibey serokkomar bû, Elçibey gotibû ku eger Azerbeycana heyî ji bin destê Ermenistanê derxin, dora Azerbeycana başûre an ku dora Azerbeycana Îranê ye. Li ser gotina Elçibey, Îranê bi miqdarekî zêde destekê dabû Ermenistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin