Kurdan bertek ji Îranê re nîsan da: Li wir rawestin, em vê qebûl nakin!

18 October 2022 18:21 0 dîtin
Kurdan bertek ji Îranê re nîsan da: Li wir rawestin, em vê qebûl nakin!

PeyamaKurd – Çend roj berê şandeke bi seroktiya Şewirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Ebdullahyan re civiyabû ku di wê civînê de, Wezîrê Derve yê Iraqê yê Kurd Fuad Husên û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî amade bûn.

Li gorî medya Îranê Ebdullahyan di civînê gotinên wekî; Divê erda Herêma Kurdistanê ji bo çalakiyên terorî û gefên dijî Îranê neyê bikaranîn û ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî peyva terorîst bikar aniye.

Hat zanîn ku li ser van gotinên Ebdullahyan ên pênasekirina wekî terorîst a partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku medya Îranê belav kirine, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bertek nîşan daye.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên pêewle dane PeyamaKurd dema civînê Fuad Husên ji gotinên Ebdullahyan ên ‘terorîst bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê’ re bi Kurdî bertek nîşan daye.

“Fuad Husên bertekek tund nîşan da”

Dema civînê Fuad Husên bi kurdî bertekek tund ji gotinên Ebdullehyan re nîşan daye, lê kesê ku wergera axaftina Husên a bi Farisî dike jî bi qest wekî ku Fuad Husên ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê ‘pêkhateyên terorîst’ gotiye, wergerandiye û ev jî bûye sedem ku şanda Iraqê hêrs bibe.

Herwiha Fuad Husên gotiye ku êdî pêwîste Îran destê xwe ji ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê jî bikişîne.