Amerîka: Pistgiriya me ya ji bo HSDê berdewam dike!
PeyamaKurd- Berdevkê Koalîsyonê yê li dijî IŞÎDê Serheng Ryan Dillon beşdarî konferanseke çapemeniyê ya li Pentagonê bû. Dillon ji çapemeniyê re axivî û got ku iştgiriya me ya ji bo HSDê berdewam dike.
Li ser pirsekê dîsa Dillon got di siyaseta Amerîkayê ya ji bo herêmê de ti guhertin tune ne.
Dillon wiha berdewam kir: “Wekî ku zanîn armanca me li vir ew e ku em IŞÎDê têk bibin. Bi vê armanê em alîkariya şêwirmendiyê didine hêzên li herêma Iraq û Sûriyê. Li Iraq û Sûriyê perwerdehiya hêzên herêmî didome. Em dizanin ku hê jî IŞÎD li tixûbê Iraq û Sûriyê heye. Wextê ku me ew der ji IŞÎDê paqij kirin, em ê hêzên herêmî li wir bi cih bikin. Ji ber vê yekê jî hewceyî bi hêzên zêdetir jî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin