Amerîka: Qatar û Tirkiye dixebitin da seferên normal yên Kabîlê destpêbikin
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku ji bo li Kabîlê bi seferên charter re yên normal destpêbikin Tirkiye û Qatar xebatê dikin. Price ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de kir û li ser Afxanistanê axifî.
Price got ku ji balafirgeha Hamid Karzai seferên charter destpêkirine û eger seferên normal destpêbikin, ji bo xelkê Afxanistanê, ji bo civaka navdewletî û Talîbanê girîng e. Price got ku Qatar û Tirkiye ji bo sefer ji Mezar-i Şerîf destpêbikin dixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin