Amerîka û Ermenistanê rahênana hevpar a leskerî dan destpê kirin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Ermenistanê ragihand ku di navbera hêzên wan û Amerîkayê de rahênana hevpar a leşkerî dest pê kir.
Hate ragihandin ku di tetbîqata herdu welatan de, hêzên mihafiz ên Amerîka yên bejayî yên Afrîkayê û Ewropayê beşdarîyê dikin.
Artêşên Ermenistan û Amerîkayê cara ewil sala borî rahênana hevpar a leşkerî ya Eagle Partner di navbera rojên 11-20ê Îlonê de li Ermenistanê li dar xistibûn.
Wezareta Berevaniya Ermenistanê da xuyakirin ku wê tetbîqat 10 rojan dom bike û misyona wê jî parastina aştiya navnetewî, hevkariya leşkerî û rewşa amadekariyê ya hêzên Ermenistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin