Li ser tetbîqata Amerîka û Ermenistanê ya hevpar Rûsya hisyarî da

18 July 2024 20:35 0 dîtin
Li ser tetbîqata Amerîka û Ermenistanê ya hevpar Rûsya hisyarî da

PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser tetbîqata Amerîka û Ermenistanê ya hevpar hişyarî da û got:

“Derketina holê ya Amerîkayiyan li Başûrê Kafkasyayê, weka li deverên cuda yên dinyayê çawa em dibînin, wê tenê potansiyela şer yê li herêmê geş bike.”

Zaharova axaftina xwe di civîna heftane ya çapemeniyê de ragihand. Zaharova ragihand ku Ermenistanê bi Amerîka re tetbîqata bi navê "Eagle Partner 2024" kir û ev cara duyê ye ku li Ermenistanê tetbîqat dibe. Zaharova dewam kir:

“Tetbîqat ciyê daxê ye û endîşe dide. Rojavayî ji bo projeyên xwe yên jeopolîtîk bicîh bînin, ji xwe re pêpêlkekî çêdikin û ji bo pêkbînin, niha ew avantajên aştiyê ku li herêmê hene divê ji ortê rakin, welatên li herêmê bera hev bidin û divê ew niyetên baş yên navbera Yerîvanê û Azerbeycanê nehêlin cibîh were. Niha ji bo ew rewşa heyî ji ortê rakin, Amerîka û hem NATO xwe nêzî wê derê dikin.”