Amerîka û Îngîltere li balafirgeha Hudeyde ya li Yemenê xistin

17 June 2024 21:41 0 dîtin
Amerîka û Îngîltere li balafirgeha Hudeyde ya li Yemenê xistin

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka Îranê ragihandin ku Amerîka û Îngîltere li balafirgeha Hudeyde ya ku di bin kontrola Hûsiyên de ye, xistine. Hêzên hewayê yên her dû dewletan 5 êrîşan birine ser wan.

Heya niha Îngîltere û Amerîka di derbarê êrîşan de ti agahî nedane.

TV ya Mesire ya Hûsiyan di nav rojê de di xeberekî xwe de ragihandiye ku li Derya Sor li Yemenê li Girava Kamaranê Îngîltere û Amerîka 4 caran êrîşan kirine ser giravê lê di derbarê encama êrîşan de ti agahî neda.