Li Yemenê Hûsiyan li hedefên Amerîka û Îngîltere xist

12 June 2024 23:34 0 dîtin
Li Yemenê Hûsiyan li hedefên Amerîka û Îngîltere xist

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên Îran destekê dide wan ragihandin ku li rojavayê Yemenê li bajarê Hudeyde ji hewa de êrîş kirine ser hedefên Amerîka û Îngîltere. Hudeyde bajarekî herî girîng yê Yemenê ye.

TV ya El-Mesire ya Hûsiyan ragihandina xeberê kir û got ku êrîş li bajarê Hudeyde li bajarokê Et-Tuhayta û devera El-Cebbane di hewa de birine ser hedefên Amerîka û Îngîltere.

Li gor medya Yemenê; li devera El-Cebbane baregehekî hewayî ya bergiriya Hûsiyan heye.