Hûsiyên Yemenê car din Amerîka û Îngîltere tehdîd kirin

24 January 2024 00:51 0 dîtin
Hûsiyên Yemenê car din Amerîka û Îngîltere tehdîd kirin

PeyamaKurd – Ajansa Hûsiyan ya bi navê SABAyê ragihand ku Hûsiyên Yemenê bangî Amerîka û Îngîltere kirine da keştiyên xwe yên leşkerî ji Derya Sor vekişînin. Hûsî ragihandin ku keştiyên her dû dewletan tenê ji bo desteka komkujiya Fîlîstînê li deryayê ne.

Li gor SABAyê; dema ku merasima leşkerî ya li bajarê Sanayê çêdibû, endamê konseya siyasî ya bilind Muhammed Ali el-Husi di merasimê de bûye û axaftinekî kiriye. Hûsî gotiye:

“Mayîna Amerîka-Îngîltere ya li Derya Sor weka dibêjin ne ji bo parastina gihandina keştiyên bazirganiye. Hebûna Washingtonê û Londrayê ya li Derya Sor ji bo komkujiya Fîlîstînê û rakirina wan ya ji ser cîh û warê wan e. Ji bo parastina Îsraîlê ye.

Amerîka deverên di bin kontrola me de ne bombebaran dike û em xwe diparêzin. Hûsî ji wan natirsin û pêwiste vêya fêmbikin. Her keştiya ku li dijî Yemenê bixebite em ê wê noqav bikin. Tehdîdên her dû dewletan pûçin û divê keştiyên xwe ji Derya Sor vekişînin.”